• DOLAR 32.483
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2447.484
  • ...
 "Ger ku li ser bûyera Yasîn Boru hatiba sekinîn dibe ku teşebûsa darbê nebûba"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de bi bîr xist ku Yasîn Boru û hevalên wî ji teref çeteyên PKKê ve  bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin û digel ku 2 sal ji ser bûyerê derbas bûne jî êş hêj taze ne.Yilmaz dû re wiha diyar kir “Ev qetlîam di dîroka Tirkiyê de ji wan bûyerên ku civakê radikir ser piyan bûyerek bû.Lê belê di raya giştî de û di nezdê hikûmetê de xwedîtî ji vê re nehat kirin.PKK ji vê qetlîamê re bingeh amade kir û camîayên Îslamî  hedef nîşan da.Mixabin qet têkilî wan kesên ku van bûyeran dane kirin nebûn, wan nexistin bergeha darizandinê jî.”

“Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hevkariya FETO û PKKê derket holê”

Yilmaz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hevkariya FETO û PKKê derket holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nexasim piştî teşebûsa darbê derket holê ku ji bo şerê navxweyî derkeve FETO û PKK hevkariyê kirine. Ger ku di bûyera Yasîn Boru de kesên qatil digel kesên ku van bûyeran danekirin hatibana darizandin û ger ku ew kesên ku delîlan reşkirin jî tevlî dozê hatibana kirin dibe ku teşebûsa 15ê Tîrmehê nabûba.Lê mixabin li ser vê meselê nehat sekinîn  û  li ser meselê hat girtin.Ji ber vê yekê em 15ê Tîrmehê jiyan.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir