Yasîn Boru û hevalên wî li Rihayê hatin bîranîn
Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi bernameyekê hatin bîranîn.
Her weke ku tê zanîn berî vê 2 salan di 6-8ê Cotmehê de Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin.
Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakakê ku ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi bernameyekê hatin bîranîn.
Di bernameya ku li Navenda Çand a Helbestvan Nabî hat tertîpkirin de di derbarê wehşeta ku di 6-8ê Cotmehê hatiye kirin de pêşangeha fotografan hat vekirin.
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç di bernameyê de axavtinek kir.Kilinç di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bûyerên 6-8ê Cotmehê dîroka xelkê Kurd û ya PKKê guhartiye û ev bûyer mîladek e.Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bernameya bîranînê ya îsal rastî meha Muharremê hat .Di navbera Hz. Huseyînê ku li Kerbelayê şehîd bû û di navbera Yasîn û hevalên wî de gelek hevşibî hene.”
“Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî”
Kilinç di dawiya axavtina xwe wiha destnîşan kir: “PKK bi salan hewil da xelkê Kurd ji bawerîya wan dûr bike. Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî.Bi şehadeta Yasîn Boru PKK dijmintiya xwe ya li dijî Îslamê tesdîq kiriye.”(ÎLKHA)