Xezûrê Yapicioglu wefat kir
Mehmet Şîrîn Ozdemîrê xezûrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu wefat kir.
Mehmet Şîrîn Ozdemîrê xezûrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu berê sibê nexweş ket. Ozdemîrê nexweş di mala xwe de wefat kir.
Nimêja cenazeya Mehmet Şîrîn Ozdemîrê ku ev 18 sal e nexweş e li Gundê Cimêlînê ya ku girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê ye hat edakirin.
Hat ragihandin ku neaşê merhûm Ozdemîrî di goristana gund de hatiye definkirin û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî ji ber bernameya wî ya li Enqerê beşdarê nuemeleyên defnê nebûye.
Hat ragihandin ku dê taziyeya merhûm Ozdemîrî li navenda Êlihê di Taziyexaneya Çarşiyê ya ku kêleka Yeşîl Mezarlikê ye de bibe. (ÎLKHA)