"Dergistiya lawê min hêj li benda wî ye"
Dergistiya Velîd Bîlenê ku bi komplo û kumpasan hatiye mexdûrkirin hêj li benda wî ye.
Her weke ku tê zanîn gelek Misliman him ji teref darbekerên 28ê Sibatê ve û him jî ji teref FETOyîstan ve hatin mexdûrkirin.Naskiriyên kesên ku hatine mexdûrkirin daxwaz kirin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.
Yusuf Bîlenê ku di sala 1993an de law û 3 biraziyên wî bi komplo û kumpsan di bergeha ‘Doza Hareketa Îslamî’ de hatin girtin.Bav Bîlen di derbarê mijarê de destnîşan kir ew hakim û dozgerên ku ceza dane lawê wî û biraziyên wî îro di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin.
“Dergistiya wî hêj li benda wî ye”
Bav Bîlen di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de destnîşan kir lawê wî Velîd Bîlen di 19 saliya xwe de dema ku bi dergistî bû hatiye girtin.Bav Bîlen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek malbat mexdûr in.Ew hakim û dozgerên ku ceza dane lawê min û biraziyên min îro di bergeha lêpirsîna FETO de hatine girtin. Lawê min hêj bi dergistî ye û a niha 44 salî ye.Dergistiya wî hêj li benda wî ye.Em ji hikûmetê teleb dikin wan heqên ku dane Dozên Balyoz û Ergenekon bila ji Yusufiyan re jî bidin û ji wan re rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”(ÎLKHA)