Îxwan: Muhammed Kemal 'di binçaviyê de' hat şehîdkirin
Wezareta Karên Hindûr ê derbeker îddîa kir ku ji Serokên Îxwanul Muslîmun Muhammed Kemal di pevçûnê de hatiye kuştin, lê Îxwan di daxuyaniya ku weşand de destnîşan kir Kemal di binçaviyê de hatiye şehîdkirin.
Di derbarê şehîdiya Dr. Muhammed Kemalê ku ji serokên Îxwanul Muslîm e de ji teref Wezareta Karên Hindûr a rejîma darbeker ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin Dr. Muhammed Kemal di operasyona ku li mala wî hat kirin de hatiye kuştin.
Lê belê Îxwanul Muslîmun vê îddîaya Wezareta Karên Hindûr a rejîma darbeker derewand û di derbarê mijarê de ragihand Dr. Muhammed Kemal ji teref eskerên darbeker ve hatiye binçavkirin û di binçaviyê de hatiye qetilkirin.Digel Kemal, her wiha endamê Buroya Rêbertiyê yê Îxwanil Muslîmun Yaser Şehade jî hatiye şehîdkirin.(ÎLKHA)