• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Mexdûrên kumpasên FETO/PDYê yên ku nayên dîtin-7
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

FETOyê ku di nava dewletê de wesayeta xwe damizrandibû êrîşî cemaet û camiayên Îslamî  kir  û wan xiste hedefa xwe.FETO bi destên zilamên xwe yên ku wan  di burokrasîya siwîl û eskeriyê de bi cî kiribû  wan kes û sazîyên  ku xistibûn hedefa xwe  wek teror û terorîst nîşan da û wan avête girtîgehan.

 Heta ku AK Partî hate îqtîdarê  hakim û dozgerên FETO di DGM û di mehkemeyên cezaya giran de hatin bicîkirin  û ji teref van hakim û dozgeran ve ji kesên ku ji dozên Hîzbullah, Sewas, Hîzbuttahrîr, ÎBD-C û Wesetê dihatin darizandin re belesebeb û bi neheqî cezayên gelek giran hatin dayîn. Hakim û dozgerên FETOya bêrehm û bêwicdan bi van dayîna cezayan him hewil didan xwe veşerin û him jî hewil didan pêşiya FETO/PDYê vebikin.

FETO/PDY di serî de di 9emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind û bi giştî di tevahiya darazê de hewil dan organîze bibin.Piştî ku AK Partî hate îqtîdarê jî van deran bi temametî xiste bi kontrola xwe. Rastiyên ku piştî operasyona 17-25ê Berfanbarê û teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê derketin holê nîşan dan ku ev bûyer di bin kontrola 9emîn  Daîreya Cezaya Giran û di bin kontrola daîreyên din de pêk hatin.

112 endamên dadgeha bilind ji lêpirsîna terorê hatin girtin

FETO-PDY, Mehkemeyên Rayedar ên  Taybet bi dest xistin  û cezayên giran dan wan kesên ku ji xwe re wek muxalif didîtin.Ev cezayên giran ên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ve dihatin dayîn bi heman awayî ji teref 9emîn Daîreya Cezaya Giran a Dadgeha Bilind ve hatin tesdîqkirin û bi vê yekê bi hezaran însan hatin mexdûrkirin. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê di lêpirsîna FETO/PDYê ya ku hat destpêkirin de 140 endamên Dadgeha Bilind hatin binçavkirin  ku dû re ji  van 140 kesî 112 kes hatin girtin.Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de di derheqê  Huseyîn Çolak, Mehmet Ozkan, Şuayîp Şen, Refîk Sarioglu û gelek kesên din ên ku endamên 9emîn Daîreya Cezaya Giran bûn de lêpirsîn hat vekirin û exlebeya wan hatin girtin.Di nava van kesên ku hatin girtin de kesên bi navê Serokê Daîreyê Ekrem Ertugrul û endam Ahmet Toker, Abdurrahman Kavun û Hamza Yaman ên ku berî biha 9emîn Daîreya Cezaya Giran de wezîfedar bûn jî hene ku ev kes berî niha îmzeya xwe avêtibûn bin dosyayê camîayên Îslamî.

Piştî van girtinên ku bi sûcdarkirina terorê dihatin kirin re temamê qerarên ku di derheqê dosyayan de ji teref 9emîn Daîreya Cezaya Giran ve hatine dayîn kire şikdar.A niha ew kesên ku di van dosyayan de hatine mexdûrkirin bi şikleke heqdar teleb dikin ku dosyayên wan ji nû ve bên dîtin.

Mexdûriyeta van kesên ku him ji Mehkemeyên Mehelî ve û him jî ji teref 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ve hatine mexdûrkirin nayê xwestin bê dîtin.Lê belê  bertewanên ku di Dosyaya Balyozê de dihatin darizandin û ji teref heman daîreyê ve ji wan re ceza hatibû dayîn ji nû ve hatin vekirin û kesên bertewan hatin beraatkirin.Lê belê qerarên bêhiqûq ên ku ji teref heman daîrê ve di derheqê STKyên Îslamî, cemaet û kesan de hatin dîtin ket qala wan nehat kirin ku ev yek jî di raya giştî re bû sedema bertekan.

Bi belgeyên ku ji bilgisayarê hatine derxistin bi  hezaran  kes hatin cezakirin

Bi qerara dawî ya ku di dozên Balyoz û Ergenekon de hatin dayîn re daneyên dijîtal  wek delîl nehatin qebûlkirin.Lê belê ew daneyên dîjîtal ên ku tê îddîakirin ji Arşîva Hîzbullah hatine wergirtin wek delîl hatin qebûlkirin û bi van daneyan ceza dan bi hezaran kesî û wan avêtin girtîgehan.

Bi van daneyên dijîtal ên ku tê diyarkirin ji arşîvê hatine wergirtin bi qerara dadgeha bilind wek delîl hatin qebûlkirin û di derheqê bi deh hezaran kesî de lêpirsîn hat destpêkirin  û bi hezaran kes hatin mehqûmkirin. Ew belgeya ku îmzeya Dursun Çîçekî li ser hebû  di doza Ergenekon de wek delîl ne hat qebûlkirin; lê belê ew daneyên bilgisayarê yên ku li ser wan îmze tunebûn  wek delîl hatin qebûlkirin ku ev yek jî da nîşan hiqûq li gor şexs û saziyan tê tetbîqkirin.Encax ev qerarên ku ji teref endamên Dadgeha Bilind a ku bi sûca terorê tên sûcdarkirin û ji peywirê hatine dûrxistin divê ji nû ve ji ber çavan bê derbaskirin.

Dadgerên FETO/PDYê cezayên ku ji camîayên Îslamî re hatine dayîn xwestin ku bên zêdekirin

Dadgerên FETO/PDYê cezayên ku ji camîayên Îslamî re hatine dayîn xwestin ku bên zêdekirin.Di bergeha vê xwesteka 9emîn Daireya Cezayê ya Dadgeha Bilind de cezaya Hacî Bayancukê ku ji Doza Hîzbullah dihat darizandin hat zêdekirin. 9emîn Daireya Cezayê ya Dadgeha Bilind cezaya ku mehkemê di derheqê Hacî Bayancukî de dabû xera kir û teleb kir jê re cezaya hebsê ya muebbet bê dayîn.Piştî çend çûyîn û hatinan 6emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Diyarbekirê li gor teleba 9emîn Daireya Cezayê ya Dadgeha Bilind tevgeriya û ji Hacî Bayancukî re cezaya îdamê da.Piştî demekê Serokê Mehkemê Menderes Yildrim(35341) û endamên mehkemê yên bi navê Bekîr Soyturk(39983) û Suna Yeşîl Kuçuk(39998) di bergeha lêpirsîna FETO de ji kar hatin dûrxistin ku ev kes serok û endamên wê mehkemeya ku cezaya îdamê dabûn Haci Bayancukî.

Ev cezaya hepsa muebbet  a ku ji teref wan kesên ku ji lêpirsîna FETOyê ji kar hatin dûrxistin ve hatibû dayîn dîsa ji teref wan endamên Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ên ku ji lêpirsîna FETO hatin girtin ve jî hat tesdîqkirin.Ango him kesên li  mehkemeya mehelî û him jî kesên ku li Dadgaha Bilind Haci Bayancukî didarizanidin ji lêpirîna FETO an hatin girtin an jî ji peywirê hatin dûrxistin.A niha tê hêvîkirin ku mexdûrîyeta ku hatiye  jiyandin ji rastê bê rakirin û dosya ji nû ve bê nirxandin.

Ji kesên ku cezaya wan hat zêdekirin 2 kes jî kesên bi navê Mehmet Aksa û Turgay Bîlge ye.Ev her du kesên ku di Doza Hîzbullah de dihatin darizandin piştî darizandinekê dûvdirêj cezaya ji endambûna rêxistinê hat dayîn, lê belê ev ceza li qîma 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind nehat û di sala 2007an de ji van kesan re cezaya hebsa muebbet hat dayîn.

Dadgerên ku ceza dan bi sûca terorê hatin girtin

Di piştî lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê hat destpêkirin de Dozger Mustafa Şahîn(38527), Serokê 6emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Diyarbekirê Sileyman Înce(39990) û endamê mehkemê Omer Sevgîlî Ocak(39509) ji kar hatin dûrxistin ku ev kes cezaya hebsa muebbet dabûn Mehmet Aksa û Turgay Bîlge.Bi heman awayî endamên 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind ên ku vê cezayê tesdîq kirin jî bi sûcdarkirina endambûna rêxistina terorê hatin girtin.

Piştî geşedaniyên ku pêk hatin re parêzerên dozê ji bo dosya ji nû ve bên dîtin serîlêdan kirin.Lê belê mercîyên edlî ji ber ku kesên ku dihatin darizandin dîndar bûn qet serê xwe bi van muracaatan neêşandin.Lê belê heman mercîyên edlî di dozên mîna Balyoz û Ergenekon de demildest tevgeriyan.

Me tenê navê 3 kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin anî ziman, lê belê weke van her sê kesan bi hezaran kes hatin mexdûrkirin û a niha ev kes  li benda edaletê ne .(ÎLKHA)























































Bu haberler de ilginizi çekebilir