Doza Yasîn Boru dê sibe dewam bike
Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin dê sibe bê dîtin
Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin ku darizandina 41 kesên bersûc ku 18ên wan girtîne berdewam dike. Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref PKKyiyan ve di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin dê sibe di 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê di seat 10.00an de bê dîtin.
Her weke ku ew ê bê bîran di 6-7ê cotmehê de Hevserokê Giştî yê HDPê Selahadîn Demîrtaş bang li xelkê kiribû da ku xwe berdin kolanan û bûyer derketibûn. Di van bûyeran de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneşê ku ji bona feqîran goştê qurbanan belav dikirin ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)