• DOLAR 34.22
  • EURO 37.922
  • ALTIN 2915.254
  • ...
Figûrên ku putperestiyê telkîn dikin bi korîdarên mektebê ve hatin daleqandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mekteba ku qala wê tê kirin Dibistina Navîn a Celal Guzelses e.Bi korîdorên mekteba ku li Baglara Diyarbekirê ye ve fîgurên ku putperestiyê telkîn dikin hatine daleqandin.Ji ber vê yekê weliyên xwendevanên mektebê ji rewşê re bertek nîşan dan.

Ew fîgur û sîmgeyên ku nîvê wan însan û nîvê din jî heywan  in di Sumer û Asuriyan de wek ‘Lamassus’ tên binavkirin.

Welî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ev fîgur û sîmgeyên ku bi koridorên mektebê ve hatine daleqandin li dijî bawerîya Îslamê ne û bi vê yekê tê armanckirin ji zarokan re bawerîya putperestiyê bê telkîn û hîn kirin.

Di derbarê mijarê de weliyê bi navê A.D. yê ku ji bo qeyda zarokê xwe çi bû mektebê destnîşan kir dema ku wî van tiştan dît şaş ma. A.D dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li mektebeke ku lê zarokên biçûk perwerde dibînin hebûna tiştên mîna van niyeteke xerab e û  ev yek ji bo aramanceke xebîs hatiye kirin.Em Misliman in û zarokên xwe jî li ser fitrata Îslamê mezin dikin.Em vê yekê qebûl nakin û bang li kesên rayedar dikin.”

Ji ber gilî û bertekên weliyên xwendevanan, me xwest ku di derbarê mijarê de bi midûrê mektebê re hevdîtinekê bikin, lê Midûrê mektebê Sedat Tekîn destnîşan kir ku ew ê di derbarê mijarê de tu agahiyan nedê.

Dema ku ji Tekîn pirsa ‘armanca daleqandina van fîguran a li mektebê çi ye?’ hat kirin, Tekîn wiha got: ‘Ez mecbûr nînim tu tiştî ji we re bibêjim, li gor dilê xwe xeber amade bikin.’

Her weke ku tê zanîn piştî ku şaredarîyên heremê ketin destê HDPê ev fîgur, heykel û tabloyên ku qala wan tê kirin zêdetir di serî de li parkan û li gelek deran hatin dîtin.Nexasim ji van yek jî heykela ku ji îkonên putperestiyê ya Asûriyan e, li ber devê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hat danîn.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir