PKKyiyan şivanê 67 salî kuştin
Salîm Acetê 67 salî yê ku li gundê Yenîaslanbaşara Şernexê şivantî dikir ji teref PKKê ve hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Salîm Acetê 67 salî dema ku li gundê Yenîaslanbaşê pezê xwe diçêrand ji teref komek PKKyî ve hat xwestin bê revandin.Ji ber vê yekê di navbera Salîm Acetê û PKKyiyan de şer derket.Di encama şer de Acet bi sê berikan giran birîndar bû.
Acetê ku birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn Acetê ku ji teref PKKê ve hat kuştin berê gundparêztî kiriye û ji ber ku guhê wî kerr bûne dev ji gundparêztiyê berdaye.(ÎLKHA)