• DOLAR 34.231
  • EURO 37.938
  • ALTIN 2915.087
  • ...
"Ronakbîr û siyasetmedarên me divê ehemiyetê bidin Kurdî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekemîn rûniştina Konferansa Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Navneteweyî li Zanîngeha Dîcleyê hat tertîpkirin.Gelek akademisyen û nivîskarên ku ji Kurdistan, Tirkiye, Iraq û Ewrûpayê hatibûn beşdarî bernamê bûn.Axavtina destpêkê ji teref Lêkolîn-Nivîskar Zeynel Abîdîn Zinar ve hat kirin.

“Ji sedî 80-90ê Kurdên Kurdistana Bakur bi zimanê Tirkî diaxivin”

Zinar di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir hemû ziman û çandên ku Xweda wan afirandiye wek ‘ayet’ên xwe  wesifandiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê Kurd zimanê xwe zanibin, ev yek girîng e.Ji sedî 80-90ê Kurdên Kurdistana Bakur bi zimanê Tirkî diaxivin.Ziman giyana her milletî ye.Carekê min ji psîkolokekî pis kir ka  giyan ango ruh tê çi watê.Ji min re got ku ‘Sekinîna xwînê ye.Dema ku xwîn disekine, însan dimire.’Dema ku xwîn di halê hereketê de be, tê fêmkirin ku însan dijî.Millet jî heta ku bi zimanên xwe biaxivin, zimanên wan zindî ne.Ger ku wî zimanî neaxivin, ew ziman ne sax e.”

Zinar di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê ronakbîr û siyasetmedarên Kurd  ehemiyetê bidin zimanê Kurdî da ku ji xort û ciwanan re bibin mînakek.Zinar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez îro dibînim ku zarokên me bi Tirkî diaxivin.Tirkiya wan jî ne tam e.Bi zimanên xwe neaxivin.Ger ku ronakbîr û siyasetmedarên Kurd  ehemiyetê nedin zimanê Kurdî dê  xort û ciwan jî wna ji xwe re mînak nestînin.Ger ku ronakbîrên me ehemiyetê bidin ziman û wêjeya Kurdî ez hêvî dikim ku dê tiştên gelek xweşik çêbibin.Windabûna zimanan qeybeke mezin e.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir