• DOLAR 34.202
  • EURO 37.932
  • ALTIN 2927.39
  • ...
HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qayûmên ku tayînî şaredarîyan hatine kirin

Di daxuyaniya nivîskî ya ku hat weşandin de di derbarê qayûmên ku tayînî şaredarîyan hatiye kirin de hat destnîşankirin ev gava ku hatiye avêtin çewt e û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: Şaredariyên HDPyî ne di xizmeta xelkê de di xizmeta rêxistinê de bûn ku ev yek jî dihat zanîn, lê belê hikûmet ji vê rastiyê re çavên xwe miç kir û li dijî van bêrêtî û tiştên din tu tişt ji teref hikûmetê ve nehat kirin.Tiştê pêwîst ê ku di derhgeqê wan serok û karkerên şaredarîyên ku tevlî sûcan bûne de bellî ye, lê belê ji dêla vê yekê ve bi temametî qayûm tayînî li ser şaredarîyan hat kirin ku ev yek çewt e.Lewra rêxistin dê ji ser van qayûmên ku hatine tayînkirin dê psîkolojiya mexdûriyetê derxe holê û dê vê yekê îstîsmar bike.Ev tayînkirina qayûman, di şûna qayûmên PKKê de tayînkirina qayûmê ye.”

Bangên kaosê yên rayedarên PKK-HDP

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê bangên kaosê yên ku ji teref PKK û  HDPya ku niçika wî  ya siyasî ye ve piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hatine kirin de jî wiha hat destnîşankirin: “Piştî ku teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê têk çû re rêxistin êrîşên xwe yên çekdarî û bombeyî zêdetir kir û hewil da, da ku xelkê derxîne kolanan, lê belê xelkê me îtîbarî wan nekir û nake.Digel temamê  êrîşên çekdarî û bombeyî, zext û zordarî û tehdîdan xelkê me dîsa ji siyaseta tirsê re nexwest bibe êsîr û diyar kirin ku ew aramî û hizûrê dixwazin.Rayedarên rêxistina çekdar dema ku dîtin nikarin ew xelkê derînin kolanan, vêcarê niçikên wan ên siyasî têketin dewrê.Di wan  daxuyaniyên rayedarên HDPê yên ku tu ferqa daxuyaniya wan û a ya berdevkê rêxsitinê nîne de dihat xwestin ku gengeşî bê derxistin .Em bawer dikin xelkê me yê mezlûm a ku terefdarê aştî û hizûrê ye çawa ku îtîbarî derketina kolanan nekiribe bi heman awayî dê ji van siyasetên ku bêhna xwîn,nefret û mirinê jê tên re jî îtîbar neke û dê di hilbijartina yekem de ji van kesan re derseke baş bide.

Îxrackirin û ji peywir dûrxistinên ku bi KHKyê tên kirin

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê mamosteyên ku ji peywirê hatine dûrxistin de hat diyarkirin bêyî lêpirsîneke cîdî, mamosteyan ji peywirê dûrxstin dê bibe sedema mexdûriyetên mezin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Kadroyên esil ên ku têkiliya wan bi rêxistinên mîna PKK û FETOyê hene, ji bo ku xwe veşerin  bi mektubên îxbarê û bi meîlên sexte hewil didin şopa hespan tevlî yên kuçikan bikin ku ev yek jî derket holê.Her weke ku tê zanîn li Dêrsimê ji 504 mamosteyên ku ji peywirê hatibûn dûrxistin 419 mamoste wezîfeya wan ji wan re hat îadekirin ku ev yek jî di vî warî şibheyan zêdetir dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmetê hat kirin û wiha hat destnîşankirin: “Em wek HUDA PAR di vî warî de bang li hikûmetê dikin da ku di vî warî de edilane tev bigere û em ji wan komisyonên ku dê di bin bunyeya serokwezîrtî û walîtiyan de bên damizrandin teleb dikin ku li gor hiqûqê hereket bikin.”

Ji bo dîtina temamê daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye weşandin bitikenin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir