Li Çewlîg û Xarpêtê qezaya trafîkê: 7 mirî, 21 birîndar
Di qezayên ku Dara Hênêya Çewlîgê û li Madena Xarpêtê pêk hatin de tevde 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Gezîna Madena Xarpêtê mînîbûsa rêwiyan gindirî şarompolê, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.Bi heman awayî dîsa li gundê Gulkonduya Dara Hênêya Çewlîgê mînîbûsa rêwiyan a gund gindirî şarompolê.Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di qezayan de birîndar bûn bi ambûansan rakirin nexweşxaneyan û di derbarê qezayan de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)