Li Hezoyê birêvebirên HDP/DBPyî hatin binçavkirin
Di operasyonên ku li navçeya Hezoya Êlihê hatin kirin de Serokê Navçeya Hezo yê HDPê Oztekîn û Hevserokê Navçeya Hezo yê DBPê Baltaş jî di nav de tevde nêzî 80 kesî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin di operasyonên ku li navçeya Hezoya Êlihê hatin kirin de Serokê Navçeya Hezo yê HDPê Fîkrî Oztekîn û Hevserokê Navçeya Hezo ya DBPê Muhlîs Baltaş jî di nav de tevde nêzî 80 kesî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin jêpirsîna kesên ku hatine binçavkirin hêj berdewam dike.(ÎLKHA)