Partiya Kongreya Gel a Sûdanê HUDA PARê ziyaret kir
Serokê Partiya Kongreya Gel a Sûdanê Îbrahîm Senusî digel heyeta bi xwe re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.
Îbrahîm Senusiyê ku piştî wefata Hesen Turabiyê ku Serokê Partiya Kongreya Gel a Sûdanê bû re ji sekretertiya giştî yê partiyê re hat anîn digel heyeta bi xwe re li avahîya Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re hevdîtin kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber ziyareta ku hat kirin memnuniyet û kêfxweşiyên xwe anî ziman û destnîşan kir ew ehemiyetê didin hevdîtinên di navbera partiyan de û pêwîst e ziyaret û hevdîtinên bi awayî bên zêdetirkirin.
Yapicioglu her wiha ji ber wefata Şêx Hesen Turabî sersaxî da heyeta ku hatibû ziyareta wan.
Îbrahîm Senusî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ew kêfxweş in.Senûsî her wiha ziyareta ku ji teref Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn ve ji bo wefata Hesen Turabî hatibû kirin bibîranî û ji bo vê ziyareta wefatê ya ku berî niha hatiye kirin ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re spas kir.(ÎLKHA)