• DOLAR 34.176
  • EURO 37.763
  • ALTIN 2912.974
  • ...
Xalên kontrolê tesîreke neyînî li perwerdehiyê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî li têketina navçeya Hezexa Şernexê xala ewlehiyê hat danîn.Digel danîna vê xala ewlehiyê li têketina navçê rêzên dûvedirêj ên wesayîtan pêk tên.Kesên ku dixwazin têkevin navçê piştî ku bi seatan tên sekinandin re encax dikarin têkevin navçê.

Digel destpêka mekteban xwendevanên ku li gundan dijîn û li navçê perwerde dibînin û mamosteyên ku  li gundan wezîfedar in ketine rêyan.Mamoste û xwendevanên ku dixwazin têkevin û derkevin navçê ji ber xala lêgerînê bi seatan tên sekinandin.Ji ber vê yekê mexdûriyet pêk hatin.

Ji bilî xwendevan û mamosteyan, xelkê ku ji bo tedarikkirina îxtîyacan dixwazin bên navçê jî bi seatan di xala lêgerînê de tên rawestandin.Xelkê ku ji ber vê yekê mexdûr dibe bertekdar e.

Berî niha jî heman mexdûrîyeta ku ji ber xalên lêgerînê li heremê pêk hatibûn di rojevê de cihê xwe girtibû.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir