• DOLAR 34.183
  • EURO 37.79
  • ALTIN 2919.73
  • ...
HUDA PAR di derbarê medyaya civakî de hişyarî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Serokatiya Danasîna Medyayê ya HUDA PARê ve hat weşandin de di derheqê parvekirinên ku ji ser medyaya civakî   tên parvekirin de nirxandinên balkêş hatin kirin  û di warên ku divê heya mirov jê hebin de daxuyanî hat dayîn.

Di berdewama daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin li ser navê HUDA PARê  hisabên FAN hatine vekirin û divê îtîbarî wan daxuyaniyên ku ji ser van hisaban tên parvekirin neyê kirin.

Di berdewama daxuyaniyê de xususen ji xortan re û bi tevahî jî ji temamê bikarhenerên medyaya civakî re ev tewsiye hatin kirin:

-Em wan daxuyaniyên ku rasterast an jî ne rasterast kes û saziyan dixin  hedefa xwe teswîb nakin.

-Bi ya me, ew gotinên ku bêcudahî êrîşî şexsiyeta kesan pê tê kirin û xururên wan pê tên rencîdekirin  rast nabînin.

-Divê li wan daxuyaniyên ku ji bilî hisabên me rayedar û sazûmanî tên kirin îtîbarî daxuyaniyên din neyê kirin. Ji bilî hisabên ku qala wan tê kirin partiya me ji daxuyaniyên din ne mesûl e.

-Bi profîlên sexte û bi hisabên FAN ên ku bi logoya partiya me hatine vekirin  hewil tê dayîn da ku propagandaya reş bê kirin.Pêwîst e li dijî vê propagandaya reş a ku tê xwestin bê kirin divê bi diqet bê tevgerîn.

-Pêwîst e ji helwestên ku rê  ji kesên niyet xerab dê vebikin, bê dûr mayîn û bawerî bi îftîra û derewên tahrîkker neyê anîn.

-Divê parvekirinên ku dê bên kirin di sînora edebê de bin û her wiha divê bi prensîb in.

-Divê di nava wan parvekirinan de bêheyatî, heqaret, sihêf û gotinên nebaş nîn bin û ji wan kesên ku bi vî awayî parvekirinan dikin re îtîbar neyê kirin û bi wan re dostanî neyê kirin.

-Divê ji zimanê sloganîk, pevçûnker, nefretker  û mezhepperest dûr bê mayîn.

-Divê neyê jibîrkirin ku her tiştê ku tê nivîsandin tu car winda nabe û her tiştê ku tê zanîn û eqlê mirov neyê parvekirin.

-Divê neyê jibîrkirin ku medyaya civakî eqsa jiyana rast e.Divê bê zanîn tiştê ku di jiyana rastî de sûc e, bi heman awayî di medyaya civakî de jî sûc e.

-Divê di warê ewlehîya zanyar û enformatîkê de bi diqet bê hareketkirin.Ji bo hisab zêdetir bi ewlehî bibin divê nimreya telefonê li beşa lêzêdeke bê aktîfkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir