• DOLAR 34.254
  • EURO 37.871
  • ALTIN 2924.93
  • ...
 "Darizandina ji nû ve mafê wan a herî sirûştî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn mehqûmên Yusufî  yên ku îfadeyên bê binî bi îşkenceyan bi wan hatine îmzekirin, ev bi salan e ku di girtîgehan de ne.Ew polês, hakim û dozgerên ku ceza dan van mehqûmên Yusufî di bergeha lêpirsîna FETO/PDYê de hatin girtin û wan avêtin girtîgehê.

Di derbarê mijarê kesê bi navê Erdal Şîmşek wiha axivî: “ Tiştê ku ji zaroktiya me ve ji me re hatiye hînkirin; edalet bingeha milk e.Pêwîstiya edaletê çi be divê ew bê kirin.Li vê derê divê heqê wan kesên ku hatine mexdûrekirin jî bê lêgerîn.Ez hêvî dikim ku teraziya edaletê her tim di rexê kesê heqdar de be.Eger îhtîmal e ku bêsûcbûna xwe îsbat bikin divê ji wan re dîsa heqê darizandike ji nû ve bê dayîn.Xwesteke min bi tenê  heye ku ew jî  edalet e.”

Divê ev mexdûriyet ji rastê bên rakirin

Muhammed Eren jî di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de  bi bîr anî ku însanên ku belesebeb ji teref FETO/PDYê ve hatine mexdûrkirin hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ev kesên ku hatine mexdûrkirin ji nû vê bên darizandin.”

Her wiha hemwelatiyên Stenbolî yên bi navê Celîl Korkmaz, Safiyet Kutlu û Sînan Metîn di derbarê kesên ku ji teref FETO/PDYê ve hatine mexdûrkirin de destnîşan kirin darizandina ji nû ve heq e, ger ku hinek kes belesebeb di girtîgehan de bin û ji teref hakim, dozger û polêsan FETO ve hatibin mexdûrkirin divê ev mexdûriyet ji rastê bê rakirin û ev kes ji  nû ve bên darizandin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir