Bê edebî û bê hurmetiya parlementerên HDPê ya li dijî camiyan
Parlementerên HDPê piştî ku qayum tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin re ji ber ku ji xelkê navçê destek û piştgirî nedîtin berê xwe dan mizgeftan û hewil dan li wan deran propagandayê bikin.
Her weke tê dizanîn berî vê çendakê qayum tayînî Şaredariya Pirsûsê ya DBPê hatibû kirin. Parlementerên HDPê piştî ku qayum tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin re ji ber ku ji xelkê navçê destek û piştgirî nedîtin berê xwe dan mizgeftan û li mizgeftan propaganda kirin û ji xelkê xwestin ku xwe berdin kolanan.
Hat ragihandin parlementerên HDPê yên bi navê Îbrahîm Ayhan, Dîlek Ocalan û Osman Baydemîr berî vê çend rojan hatin Pirsûsa Rihayê û li cihên wek camî, cihên şînê û yên mîna van deran geriyane û propaganda kirine û ji xelkê xwestine ku tevlî meşan bibin.
Li dijî edeba mizgeftê bê hurmetî kirin
Di dîmenên ku li ser hisabên medyaya civakî hatine parvekirin de tê dîtin ku serê Dîlek Ocalanê vekiriye û bi pantolon e û her wiha di mizgeftê de jin û mêr tevlîhev rûniştinê.
Bi heman awayî di dîmenan de dîsa tê dîtin Îbrahîm Ayhanê ku gundên derdorê digere li ber mihraba mizgeftê hewil dide propagandayê bike.
Bikarhenêrên medyaya civakî bertek nîşan dan
Hinek bikarhenêrên medyaya civakî ji rewşê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin parlementerên HDPyî li dijî mizgeftên ku ji pîrozên Îslamê ne re bê hurmetî û bê edebîye dikin û camiayan ji berjewendiyên xwe re bi kar tînin ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Pirsûsiyan destekê nedan meşê
Ji rexê din ve hat dîtin digel hewildanên propagandayê ya parlementerên HDPyî, xelkê navçê piştevaniyê neda meşa ku li navçê hat lidarxistin.(ÎLKHA)