Li Mûşê teqîn: 2 esker birîndar
Li Mûşê di dema derbasbûna wesayîta siwîl a ku esker jî di nav de bûn teqîn pêk hat, di encama teqînê de 2 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergritin teqemeniya ku berî niha ji teref PKKyiyan ve li ser rêbejê hatibû bicîkirin, di dema derbasbûna wesayîtê de hat înfîlakkirin.Di encama înfîlakkirnê de 2 esker birîndar bûn.Eskerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.(ÎLKHA)