Li dijî DAIŞê operasyon: 40 binçavî
Hat ragihandin di operasyonên ku li Stenbolê li dijî DAIŞê hat kirin de kesên biyanî jî di nav de tevde 40 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Fatîha Stenbolê li 23 navnîşanan operasyon hatin kirin, di encama operasyonên ku hatin kirin de 40 kes hatin binçavkirin.Her wiha di operasyonan de gelek alavên dîjîtal û dokuman hatin bidestxistin.(ÎLKHA)