• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "An ew ê tu sayacê derxîne derve an jî em xwendina xelet sererast nakin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dikandar Qoserî Abdullah Bozkan ji ber kiryarên ku hatine kirin bang li kesên rayederan kir û ji wan xwest ku ev xeletî demildest bê sererastkirin.Bozkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê heftiyekê yekîneyeke DEDAŞê ya xwendina sayacê hatin dikana min û sayaca min a ceyranê çewt xwendin.Min ji wan re got xeletiyê sererast bikin.Wan jî ji min re gotin ku divê tu xwesteknameyekê bidî DEDAŞê.Ez jî çûm cem midûrê DEDAŞê.Min meselê jê re got.Lê belê midûr ji min re got ‘Heta ku tu sayacê dernexî derve em ê xeletiyê sererast nekin.’Divê ew xeletî bê sererastkirin.Ma qeçaxa min heye? Bila werin kontrol bikin.Çima ez ê bedela xeletiya ku DEDAŞê kiriye bidim?”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir