Li Dêrsimê 419 personelê Wezareta Perwerdeya Neteweyî vegeriyan ser karê xwe
Walitiya Dêrsimê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ku 419 karmend û mamostayên ku bi hinceta pêwendiyên wan bi PKKê re hene ji kar hatibûn dûrxistin, li karê xwe hatine vegerandin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walitiyê ve hat weşandin de wiha hat destnîşankirin: "Wezareta Perwerde ya Neteweyî di derbarê 504 mamoste û karmendên perwerdeyê de qerara dûrxistina ji kar dabû. Ji 504 kesî 419 kes ji bo ku heyama nû ya perwerdeyê dereng nekeve li karê xwe hatine vegerandin û dê ev kes di 19ê Îlonê de dest bi kar bikin.”(ÎLKHA)