"Em li erdigariyeke ku bedelê dixwaze dijîn"
Seîd Şahînê ku Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ye li Çewlîgê tevlî bernameya pîrozbahiya îdê bû, Şahînê ku tevlî bernamê bû destnîşan kir ew li erdigariyeke ku bedelê dixwaze dijîn.
“Di 15ê Tîrmehê de 245 birayê me bi qehramanî can dan”
Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir hinek kes dixwazin li Mislimantî, dîn û li pêşeroja vî welatî darbe bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dizanin di pey wan darbeyên ku bi rêxistinên cûrbecûr hatine kirin de jî Emrîka û Îsraîl heye.Di 6-7ê Cotmehê de bi destê PKKê darbe kirin, lê belê ev birayên me yên xort canên xwe feda kirin û ji vê darbeyê re bûn asteng.Dîsa di 15ê Tîrmehê de ger ku 245 birayê me canê xwe bi qehremanî feda nekiribana û xwe ne nedabana ber lûleyên çekan û li ber tankan nerazabana dê welêt di rewşeke din de bana.Ev birayên me pêşeroja welêt rizgar kirin.Ev erdnigariya ku em lê dijîn bedelê dixwaze.Lewra çavê dinyayê li ser vê erdnigariyê ye û ev bi qernan hewil tê dayîn da ku l hakim bibin.”(ÎLKHA)