• DOLAR 34.543
  • EURO 36.66
  • ALTIN 2920.324
  • ...
 "Ev bû 34 îd ku lawê me ne li cem me ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata Nûrî Arslanê ku di sala 1998an de bi kumpasên cûrbecûr  ji ber xizmetên xwe yên Îslamî ji teref daraz û polêsên FETO ve hat girtin û wî avêtin girtîgehê li benda edaletê ne.Dê nû bavê Nûrî Arslanê ku ji teref FETO ve hatiye mexdûrkirin di derbarê mijarê de destnîşan kirin ev bû 17 sal ku lawê wan di eydan de ne li ba wan e.

Bav Murat Arslan di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wî ev bû 17 sal ku hatiye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu sûcê lawê min nîn e.Tenê nimêja xwe dikir û li mizgeftê Qur’an dixwend.Ez bavê wî me.Ez jî nimêj dikim, rojî digirim û Qur’anê dixwînim.Ev yek ne sûc in.Ev der welatê Mislimanan e.Kezeba min dişewite, şev û biro ez digrîm.Çima wî girtin, min hêj fêm nekirye.Îro îd e, temamê zarokan diçin îda bavên xwe .Lê belê ev bû 17 sal ku ez di eydan de lawê xwe li ba xwe nabînim.Lawê min ev bû 34 îd ku nîne.”

Dê Xatun Arslan jî di derbarê mijarê de ragihand lawê wê bi kumpsan hatiye girtin û bi rojan îşkence lê hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî em jî dixwazin lawê min di îdan de li ba me be.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir