Li Midyadê Yasînan goştê qurbanan belav kirin
Azîm-Dera Midyadê jî di bergeha kampanyaya ku li ser navê Yasîn û hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi wehşiyane hatibûn qetilkirin, hatibû destpêkirin de ji kesên hewcedar re goştê qurbanan belav kir.
Azîm-Dera Midyadê di bergeha kampanyaya ‘Bila Qurbana Te Ji Biratiyê Re Be’ ya ku ji teref Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ve hatibû destpêkirin de ji 730 malbatan re goştê qurbanan belav kir.
Serokê Azîm-Derê Samîr Ozhan di derbarê mijarê de destnîşan kir wan wek Azîm-Derê wan goştên ku Yasîn û hevalên wî nikaribûn bigihijînin feqîran belav kirin û ew ê van eydên pêşiya me de jî xebatên xwe yên mîna vê bidomînin.(ÎLKHA)