Trêna rêwiyan li wesayîtê qelibî: 5 birîndar
Li navçeya Bismila Diyarbekirê trêna rêwiyan li wesayîtê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes sivik birîndar bûn.
Qeza di derdora seat 16.30an de li 8emîn kîlometreya rêya trênê ya Bismil-Êlihê pêk hat.
Li gor agahiyan di qezayê de Omer Aslan,Sahîha Aslan, Sonya Karaduman, Gulsum Aslan û Salman Aslan birîndar bûn.Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.(ÎLKHA)