• DOLAR 34.489
  • EURO 36.431
  • ALTIN 2909.515
  • ...
SON DAKİKA
Ji ber agirê firêzê qeza pêk hat : 20 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber ku li navçeya Bismila Diyarbekirê firêzeyên li ber rê hatin şewitandin qezaya zincirin pêk hat.Li gor agahiyan 13 wesayît tevlî qezayê bûn û  di qezaya ku pêk hat de 20 kes birîndar bûn.Kesên ku ji ber qezayê birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Ajokarên wesayîtên ku qeza kirin di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber dûyê agirê firêzê qeza pêk hatiye û wiha ragihandin: “Ji nişka ve pêşiya me bi dû hat girtin û qeza pêk hat.Qeza ji ber agirê firêzê pêk hat.Em dixwazin kesên rayedar ji van kesên ku firêzeyan dişewîtinin re cezayên mezin bidin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir