Platforma Evîndarên Pêxember a Êlihê bernameya pîrozbahiyê tertîp kir
Ji teref Koordînatoriya Platforma Evîndarên Pêxember a Êlihê ve bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin, bername digel tekbîr û selawatan û her wiha bi eleqeyeke mezin hat îdrakkirin.
Bername piştî nimêja esrê li Parka Aram Tîgranê hat tertîpkirin û xelk ji bernameya ku hat tertîpkirin re eleqeyeke mezin nîşan da. Di dema bernamê de bênavber tekbîr û selewat hatin anîn û Mislimanên ku tevlî bernameyê bûn eydên hev pîroz kirin.
Ji bilî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, gelek partiyî, alim , rîspî û endam û dildarên komaleyan jî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn.
Piştî pîrozbahiyê Berdevkê Koordînatoriya Êlihê yê Platforma Evîndarên Pêxember Mela Beşîr Şîmşek Eyda Qurbanê ya temamê Alema Îslamî pîroz kir û destnîşan kir Xweda Teala vê eydê bike wesîleya yekîtî,îttîfak û hezkirina Mislimanan.(ÎLKHA)