• DOLAR 32.593
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2456.414
  • ...
Yasîn li Entabê goştê qurbanan belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xortên dildar û endamên û dildarên komaleya Umûd-Derê tax bi tax geriyan û ji wan malbatên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re goştê qurbanan belavkirin.

Di derbarê xebata ku tê kirin û kampanyaya ku hatiye destpêkirin de Sekreterê Giştî yê Umûd-Dera Entabê Nîhat Bakşî nirxandinan kir.Bakşî di nirxandina ku di derbarê mijarê kir de destnîşan kir ew goştê qurbanan ên îsal li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref HDP/PKKê ve bi wehşiyane û hovane hatibûn qetilkirin , belav dikin.

Bakşî di berdewama axavtina xwe de qala şehadeta Yasîn Boru û hevalên wî yên ku ji teref terefdarên HDP/PKKê ve bi wehşiyane û hovane hatibûn qetilikirin kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasîn û hevalên wî mîraseke pir xweşik ji me re hiştin.Her weke ku hûn jî dibînin xort jî digel me goşt belav dikin. Her yek ji wan Yasînek in. Ew goştên ku Yasîn û hevalên wî nikaribûn bigihijînin, ev xort hewil didin bigihijînin.Xweda ji wan razî be.Ev xort bi dildarî destekê didin me.Înşallah her yek ji wan li ser wê rêya ku Yasîn û hevalên wî hiştine bimeşin û bibin egîdek.Ev birayên me jî dixwazin di rêya Şehîd Aytaç û Yasînî de biçin.”(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir