• DOLAR 32.503
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2442.2
  • ...
Şehîd Şikrî û Muhyeddîn li ber serê qebrên xwe hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Mela Şikrî Yavuz û Mela Muhyeddîn Demîrê ku di 28ê Îlona 1993an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji teref PKK ve hatin qetilkirin li ber serê qebrên xwe ji teref hezkiriyên xwe ve hatin bibîranîn.

Berî vê 24 salan du alimên bi navê Mela Şikrî Yavuz û Mela Muhyeddîn Demîr ên ku ji teref xelkê ve dihatin hezkirin, piştî nimêja işayê ji teref PKKê ve di kemîneke ku hatibû danîn de hatin şehîdkirin.Ev her du şehîdên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin li gundê Remêlê ji teref naskirî û hezkiriyên wan ve li ber serê qebrên xwe hatin bibîranîn.

Hezkiriyên wan li ber serê qebrê her du şehîdan Qur’ana Kerîm xwendin û ji bona wan dia kirin.

Mela Şikrî Yavuzê ku di sala 1939an de li gundê Remêlê ji dayik bûbû, him hafiz bû him jî bi çar zimanan dizanîbû.Ji ber vê yekê alimekî ender bû û xelk tewecuhî wî dikir û jê re hurmet nîşan dida. Mela Şikrî Yavuz û Mela Muhyeddîn Demîrê ku ji ber zext û zordariyên ku li wan dihat kirin qet tawîz nedidan di nav xelkê de bi gotina heqiyê dihatin naskirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir