• DOLAR 34.5
  • EURO 36.479
  • ALTIN 2911.46
  • ...
Li Êlihê HUDA PAR malbatên mehkûm û şehîdan ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Eyyup Yanaç, Serokê Bajêr Mehmet Emîn Dogru û lijneya bi wan re malbatên ku wek girtî ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatin mexdûrkirin û malbatên şehîdên ku ji teref JÎTEM û PKKê ve hatine qetilkirin ziyaret kirin.

Lijneya HUDA PARê di ziyaretê de bi zarokên şehîd û mehkûman re eleqedar bûn û xercane da wan. Serokê Bajêr Mehmet Emîn Dogru Îda Qurbanê ya alema Îslamê tebrîk kir û temenî kir da ku bibe wesîla xêrê.

Dogru wiha axivî: “Wek Saziya Bajêr a HUDA PARê ji bo ku malbatên kesên ku bi dest JÎTEM û PKKê ve hatine qetilkirin û bi heman şiklê malbatên mehkûmên ku ji teref dozger û hakimên FETO ve di encama qumpasên ku hatine lidarxistin de hatine mexdûrkirin tenê nemînin me bername lidarxist. Di bergeha vî bernamê de me malbatên şehîd û mhkûman ziyaret kirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir