• DOLAR 32.476
  • EURO 34.727
  • ALTIN 2432.899
  • ...
Ji Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Îdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Edîp Gumuşê Rêberê Cemaeta Hîzbullah bi minasebeta Îda Qurbanê peyamekî weşand. Gumuş diyar kir ku alema Îslamê ji ber rewşa ku tê de ye zêdetir mihtacê derkkirina Hz Îbrahîm û Îsmaîl e.

Edîp Gumuş bal kişand ser Îstîqameta Îslamî û diyar kir ku berpirsyariya teblîx û dawetwanê pir girîng e. Di derbarê mijara wek tekoşîna bi cehaletê re de hişyarî da.

Gumuş wiha dest bi peyamê kir: “Dema ku bi bavê xwe re hat umrê gerînê; Lêwê min! Ez di xewna xwe de dibînim ku ez wek qurbanî te şerjî dikim. Bifikire, gelo tu çi dibêjî? Wek bersiv; bavê min çawa emr li te hatiye kirin wisa bike. Înşaellah dê tu min ji kesên ku sebir dikin bibîbnî. (Saffat-102)” Dûvre Gumuş wiha pê de çû: “Di serî de malbatên şehîdan, girtî û malbatên wan û mihacir ez îda hemî xuşk û birayên xwe pîroz dikim û temenî dikim ku ev îd bibe wesîla xelasbûna dinya û axîreta me.

Divê ku em şewqet û merhemeta di nav wate û mefhûma qurbanê de baş fêm bikin û divê ku mirov li bûyera ku wek sembol  bûye sebeba qurbanê mêze bike. Bi taybet pêwîst e di heyama ku îro roj rewşa alema Îslamê ya ku tê de ye û alema Îslamê dûçarê êrîşên wehşî yên dijminan dibe de em zêdetir li ser vî yekê bisekinin. Em zêdetir niyazê derkkirina Îbrahîm (as)ê ku lawê xwe ji bo rizayê Xweda wek qurban bide û Îsmaîl (as)ê ku sitûyê xwe li ber kêrê tewandiye û teslîmê rizayê Xweda bûye ne.”

Divê ku dijî hinek rêberdana nav alema Îslamê bal li ser ‘Îstîqameta Îslamê’ were kişandin

Di domahiya peyamê de wiha bal hat kişandin: “Xalekî girîng a din ew e divê ku dijî hinek rêberdana nav alema Îslamê bal li ser ‘Îstîqameta Îslamê’ were kişandin.” Dûvre peyam wiha hat domandin: “Ji aliyekê ve hinek kesên ku idîa dikin ku bi gotin û pratîkên xwe pê de diçin ji aliyekê ve jî kesên ku wekê ku tu tiştekî tune bê deng û pêjin wek ruhên bê can bê hestyar in... Li hemberê vî menzerê Mislimanên ku hewl didin di Îstîqameta Îslamî de berpirsyariyên xwe yên wek teblîx û dawetê pêk tînin divê ku bi cehaletê re tekoşîn bikin.”

Divê ku zanîn û qezenc baş werin emilandin û ji nifşa nû re werin ragihandin

Gumuş diyar kir ji bo ku nifşa nû ji îstîqametê dûr nekeve cemaet tecrûbeyên xwe baş ji nifşa nû re ragihînin. Dûvre Gumuş wiha li peyama xwe zêde kir: “Em cemaetekî ku nêzîkê çaryekek qernê ye ku di heyama tekomşîna xwe ya wek zindan, şehadet û mihaceratê de bûye xwedî tecrûbe bûye. Divê ku em ji tecrûbeyên xwe yên ku di heyama dîroka tekaşîna xwe de me bi dest xistiye baş îstîfade werekirin da ku nifşa nû xêza cemaeta me baş bizanibe û jî îstîqameta cemaetê dernekeve.”

 “Divê ku em bi şiklekî birêkûpêk û bi bername hereket bikin”

Di encama peyamê de wiha şîret li Mislimanan hat kirin: “Divê ku em li dijî hêzên zulm û kufrê vi şiklekî cidî amadehî bikin û bi şiklekî birêkûpêk û bi bername hereket bikin. Xweda dûr bikexetayekî biçûk, îxmalkarî û hestyarî dibe ku bibe sedema felaketên mezin. Ez daxwaz dikim ku birayên min ji bo xelasiya me zêde dua bikin. Em ji Xweda daxwaz dikin ku dilê me ji îman, teqwa û îhsanê dagire û kîn û edawta di naeyna me de ji holê  rake. Bi minasebeta vî yekê ez temenî dikim ku Îda Qurbanê bibe vesîla xêrê.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir