Ji Cemiyeta Mustazafan peyama Îda Qurbanê
Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustazafan bi minasebeta Îda Qurbanê ya ku dê sibê were îdraqkirin peyamekî weşand.
Ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mustazafan ve di derheqê Îda Qurbanê de peyam hat weşandin. Di peyamê de temenî hat kirin ku hemî Mislimanên di bin esaretê de ne werin azadkirin.
Di peyamê de wiha hat destnîşankirin: “Em ji ber ku îsal ji gihaştine rojên qurbanê yên ku nîşaneyên fidakirina Îbrahîîmî û teslîmîyeta Îsmaîlî ye pir kêf xweş in. Di van rojên şên û kêfxweşiyê de ji aliyekî ve hemî irq û nîjad, reng, ziman û çand bi hev re hevpariya şadbûna Mislimanan dikin û ji aliyekî ve jî nîşaneya ku ji evdîtiya Xweda re bi ruhekî Îbrahîmî radigihînin xweda.”
Di peyamê de temenî hat kirin ku Mislimanên li zindanan û dawî li belavbûna Ummetê were. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Bi van hestan em ji Rebbê xwe niyaz dikin ku alema Îslamê ji belavbûnê xelas bibe, dawî li tefrîqan were, wehdet û biratî were sazkirin û di serî de erdnîgara me mezlûm û mutezafên ku li Sûrî û Myanmarê û li herderê cîhanê û her wiha mehkûmên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin werin rizgarkirin. Bi minasebeta vî yekê di serî de kesên ku di rêya Xweda de bûye mihacir, yusufiye û malbatên wan em Îda Qurbanê ya Umeta Îslamê tebrîk dikin.” (ÎLKHA)