• DOLAR 34.605
  • EURO 36.71
  • ALTIN 2917.374
  • ...
"Ne em û ne jî hevserên me merhemet pars nakin, em edalet dixwazin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên ku ji ber xizmetên Îslamî ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve dûçarê zulmê bûne li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Osmaniyeyê daxuyanî dan.

Malbatên mehkûmên bi navên Veysî Ulsen, AbdulhakÎm Buhan, Zulkuf Yuce, Hasan Tîlkî, Îlhan Kuş, Kemal Hakseven, Salîh Yîldirim, Mehmet Veysî Demîr, Celal Ekîn, Abdussettar Yildizbakan ve Husrev Dîrekçî yên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Tyê ya Osmaniyeyê de ne li ber girtîgehê daxuyanî dan.

Ayşe Buhana jina Abdulhakîm Buhanê ku ji teref FETO ve ev çendîn sal e ku hatiye girtin li ser navê înîsîyatîfê daxuyanî da. Buhan diyar kir ku hêj jî bi sedan mehkûmên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin hene.

 “Divê ku êdî dawî li vî zulmê were”

Buhan diyar kir ku di girtîgehê de ji xeynî mehkûmên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin dê û bav, hevser û zarokên van mehkûman jî hatine mexdûrkirin. Dûvre Buhan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku êdî dawî li vî zulmê were. Em ji vir bang li kesên  naxwazin dengê me bibîhîsin dikin. Ne em û ne jî hevserên me merhemet pars nakin, em edalet dixwazin. Bes em dixwazin ku hûn adil bibin û kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin.”

 “Wek malbatên mehkûmên Yusufî em efû naxwazin em edalet dixwazin”

Ayşe Buhan piştî daxuyaniya ku da wiha mexdûriyetên malbatan anî ziman: “Mêrê min 11 sal e ku di girtîgehê de ye. Dema ku ew ket hepsê hemî zarokên min biçûk bûn û bê bav mezin bûn. Lawê min ê herî biçûk nzane hezkirina bavê çawa ye. Xuhayên min ên ku li wir wekê min in hene. Wek malbatên mehkûmên Yusufî em efû naxwazin em edalet dixwazin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir