"Hakim û dozgerên ku ceza dane bavê me di girtîgehê de ne"
Zarokên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO yên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine girtin diiyar kirin ku hakim û dozgerên ku ceza dane bavê wan niha di girtîgehê de ne.
Zarok û malbatên ku bi navê ‘Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO hatine cem hev û dûvre Yusufiyên ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Myê ya Êlihê ziyaret kirin ji ÎLKHAyê re axivîn.
Zarokên Mehkûmên Yusufiyên ku ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin diyar kirin ku ew efû naxwazin. Ew bes darizandinekî adilane dixwazin û wan ragihand ku bavên wan ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatine girtin.
Rabîa Acara dayîka M. Beşîr Acarê ku 15 sal e di girtîgehê de ye diyar kir ku ew ji ber derdê lawê xwe nexweş ketiye. Dûvre Acar wiha li axavtina xwe zêde kir: “15 sal e ku lawê min di girtîgehê de ye. Ez nexwaşim. Her tim nikarim biçim cem wî. Lawê min belesebeb avêtin hepsê.”
“Ez ji derdê lawê xwe kur û kerr û felc bûm”
Revşe Ozera dayîka Galîp Ozerê ku 15 sal e di encama qumpasa FETO de hatiye girtin wiha axivî: “Xweda çi wekîlekê baş e. Belesebeb lawê min 15 sal e di girtîgehê de digirin. Ez ji derdê lawê xwe kur û kerr û felc bûm. Bi zorî bi lawê min îmza dan avêtin û wî girtin. Sûcê Lawê min çi bû? Hemî sûc ya FETO ye.”
“Her îd em wek hezinandî di nav şîn û girînê de ne”
Gulîstan Çelîka xwesûya Şerîf Çelîkê ku ev 20 sal e ji teref polês û darazên FETO ve hatiye girtin wiha destnîşan kir: “Zavayê min 20 sal e di girtîgehê de ye. Ez dixwazim ku zavayê min ji girtîgehê derkeve. Her îd em wek hezinandî di nav şîn û girînê de ne. Em dixwazin ku êdî ew were cem jin û zarokên xwe.”
“Wî muriyekî jî aciz nedikir”
Samî Ezerê kurmamê Dr. Zekeriyya Ezer wiha axivî: “Ev 17 îd e ku çavê me lê digere. FETOyê ku leşkerî û hikûmet jî bi zorî ji heqê wê derdikeve her cûr tiştî anî serê van însanên belengaz. Ez bang li Serokkomar dikim. Van însanan serbest berdin. Qet sûcê van tune.”
“Yusufî jî wekê bavê min mexdûrên FETO ne”
Mucahît Soysalê lawê Cevzet Soysalê ku derket holê 18 sal berê ji teref polêsên saziya paralel ve hatine mexdûrkirin jî diyar kir ku ew jî mexdûrên saziya paralel in. Soysal diyar kir ku bavê wî wehşiyane ji teref polêsên FETO ve hatiye qetilkirin. Dûvre Soysal wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber vî yekê em bang li rêvebirên hikûmetê dikin. Ev kekên me yên Yusufî jî bi heman şiklê mexdûrên FETO ne û çendîn sal in ku di girtîgehê de ne.” (ÎLKHA)