• DOLAR 32.566
  • EURO 35.252
  • ALTIN 2466.119
  • ...
Gelê Entabê ji bo mexdûrên FETO ji rêvebiran re mektûb şand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîlokê gelê hestyar ji bo bo ku mehkûmên Yusufî yên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin ji rêvebirên hikûmetê re mektûb şand. Gel bi vî yekê piştgirî dan kesên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine girtin.  

Gelê Entabê ji Serokkomarî, Serokatiya TBMM, Serokwezîrtî, Wezîrtiya Edaletê, Lijneya Edaletê ya TBMMyê û Lijneya Lêkolîna Mafên Însanan a TBMMê re wek civandî name şand.

Habîp Akdenîz diyar kir ji bo ku mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ji nû ve werin darizandin wan mektûb ji rêvebiran re şandine. Dûvre Akdenîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li her derê Tirkiyeyê ji bo birayên me yên Yusufî ji Serokkomarî û Serokwezîrtiyê re name tê şandin. Em jî ji bo ku zarok bê bav nemînin ji vir bang li rêvebiran dikin. Ev birayên me mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ne. Ji bo ku ew ji nû ve werin darizandin û werin serbestberdan wek civyayî me name şand.”

 “Bila êdî zarok îdê ji bavên xwe dûr derbas nekin”

Yasîn Çevîk diyar kir ku malbatên mehkûmên ku ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatine mexdûrkirin di encama lidarxistina qumpasên cûr bi cûr hatine girtin. Çevîk diyar kir divê ku dawî liv î neheqiyê were. Dûvre Çevîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îda Qurbanê ya mibarek tê. Piştî çend rojan dê em Îda Qurbanê îdraq bikin. Ev 18-20 sal e ku birayên me yên Yusufî ji malbatên xwe cûda îdan derbas dikin. Em vî mexdûriyetê ji Serokkomarî, Serokwezîrtî û Wezîrtiya Edaletê re radigihînin. Êdî bes e. Bila dawî li zulma ku Misliman dijîn were.”

 “Em efû û qencî naxwazin, em edalet dixwazin”

Ahmet Udîllî jî bal kişand ku mehkûmên Yusufî di encama qumpas û komployan de ji teref dozger û hakimên FETO ve hatine girtin. Dûvre Uzdîllî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li birayên xwe yên Misliman ên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine girtin mêze dikin. Di vî pêvajoyê de diyar bû ku FETO çiye. Hakim û dozgerên ku Mislimanan avêtine zindanan îro wek endambûna FETO li wan lêgerîn tê kirin, tên girtin an jî ji wezîfê tên dûrxistin. Ji bo ku ev birayên me demildest werin serbestberdan em efû û qencî naxwazin, em edalet dixwazin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir