• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
"FETO û ETO wisa pê de çûn ku bi cinayetan dereqanûnî hereket kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz di Rehber TV de beşdarê bernameya bi navê ‘Di Rehberê De Rojev’ a ku ji teref Yunus Emîroglu ve tê pêşewazkirin bû. Yilmaz di derbarê komplo û qumpasên 28ê Sibatê û FETO da agahiyên balkêş da. Yilmaz bi mînakan komplo û qumpasên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve zulmên ku li mehkumên dîndar hatine kirin derxist holê û Yilmaz destnîşan kir divê ku demildest beriya darizandinekî nû were vekirin.

Yilmaz diyar kir ku gelek însan di encama qumpas û komployên ku ji teref derbekerên 28ê Sibatê û FETO ve hatine lidarxistin de ji mal, war û welatên xwe bûne û Yilmaz diyar kir ji ber ku ev mexdûriyet tim û tim hat rojevê û di encama vî yekê de Înîsyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO hat sazkirin.

 “Ew wisa pê de çûn ku bi cinayetan dereqanûnî hereket kirin”

Yilmaz diyar kir ku înîsyatîf hewl dide ku bi daxuyaniyên çapemeniyê, di bergeha ziyaretên STK û partiyan de van neheqiyên ku çêbûne bînin ziman. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev malbat partiya me jî di bajarên din de ziyaret dikin. Ew diyar dikin ku zarok, hevser û bavên wan dûçarê zulma FETO û ETO (Ergenekon) bûne. Bi komplo û qumpasên wan ceza sitandine û mexdûr bûne. Bi hinek mînakan jî bûyerên ku bûne şahid tînin ziman. Ji ber ku em li dozên ku wek sûcên siyasî tê hesibandin dinêrin ji salên 90an heta îro em vî yekê dizanin. Me dît ku wan davik û qumpas û bi taybet jî wek kûr û qirêj di nav dewletê de bicî bûne û li kesên ku xwedî şiûra siyasî ne her cûr rêyên dereqanûnî, rê û rêbazan ceribandine. Ew wisa pê de çûn ku bi cinayetan dereqanûnî hereket kirin.”

Yilmaz wek mînak diyar kir ku Abdulselam Îrdemê ku di sala 1993yan de li Êlihê ji teref polêsan ve hat revandin û bi heman şiklê îşkence lê hat kirin û di bin îşkenceyan de hat qetilkirin û Cevzet Soysalê ku ji teref FETO ve hatibû qetilkirin derketiye holê.

 “Di nabeyna îşkenceyan de bêhndana nimêjê”

Yilmaz bal kişand ku di dema îşkenceyan de hinek polês ji bo nimêjê bêhn dane. Dûvre Yilmaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di îşkenceyan de hinek polês wek pirs dibêjin; ‘hûn çima alîgirê Fetullah Gulenî nînin alîgirên derên din in? An jî ‘hûn çima koma Gulenî naşopînin?’ Ji ber ku em parêzer me dizaniya ku bûn ji salên 90an pê ve karên vî saziyê wiha qirêj e. Bi taybet di heyama kum in serokatiya Mustazaf-Derê dikir rêjeya komplo û qumpasan derketibû asta herî bilind.”

Hevkariya FETO û ETOyê

Yilmaz diyar kir di encama operasyonên ku li cemaetên Îslamî dihatin kirin de FETO û ETO bi hev re hereket dikrin. Her wiha Yilmaz destnîşan kir ku ji ber dozên Îslamî nêzî 600 kesan mehkûm hene. ji van 210ê wê cezaya sermedî bi tevahî 250 kesên ku endamê Cemaeta Hîzbullh e ye.

Lijneyên mehkemeyê yên ku ceza dane bi hinceta ku FETOyî ne ji wezîfê hatine îxrackirin

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz anî bibîranîn ku di Îhya-Dera Xarpêtê û Vahdet-Dera Semsûrê de komplo û qumpas hatine lidarxistin. Lijneyên mehkemeyê yên ku ceza dane bi hinceta ku FETOyî ne ji wezîfê hatine îxrackirin.

Yilmaz bang li dewlet û rêvebirên hikûmetê kir ku ev komplo û qumpas eşkere ne ku ji teref kî ve hatine lidarxistin. Ji ber vî yekê Yilmaz anî bibîranîn ku malbatên mehkûman darizandinekî nû ya adilane dixwazin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir