Ji zilamê 82 salî ev bû 2 roj xeber nayê standin
Hat ragihandin li navçeya Çameliya Denîzliyê ji zilamê 82 salî yê ku ev bû 2 roj windabûye hêj xeber nayê standin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Îsmaîl Sonmezê 82 salî, di 7ê Îlonê de ji mala xwe derket û ji wê rojê vir ve xeber jê nehat standin.Îsmaîl Sonmezê ku ev bû 2 roj windabûye hêj ji teref yekîneyên AFAD û AKUTê ve lêgerîna wî tê kirin.(ÎLKHA)