• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Umut Kapisi ya Diyarbekirê rapora xwe ya meha tebaxê diyar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Banqeya Zadan a Umut Kapisi ya Diyarnekirê rapora fealiyeta xwe ya meha Tebaxa 2016yan bi daxuyaniya ku da bi raya giştî re parve kir.

Banqeya Zadan a Umut Kapisi ya Diyarnekirê ya endamê Platforma Alîkariyê ya Umut Kervanê rapora xwe ya meha tebaxê daxuyand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 68 malbatên wê ehlê Sûrî bi tevahî li 356 malbatan a di qîmeta 26 hezar û 763 TL de ji teref xêrxwazan ve alîkarî hatiye kirin. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku li 110 malbatan di qîmeta 4 hezar û 700 TLyan de alîkariya goştê sor hatiye kirin.

Di derbarê mijarê de Serokê Banqeya Zadan a Umut Kapisi ya Diyarnekirê M. Siddik Furkan daxuyanî da. Furkan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wek her mehê di meha tebaxê de jî di nabeyna malbatên mexdûr de bûne pir.

Furkan diyar kir ku ew di Îda Qurbanê de bi wekalet qurban şerjî dikin. Dûvre Furkan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di van rojên ku Îda Qurbanê nêzîk dibe de dê goştê sor têkeve hinek malên belkû çendîn meh e ku goşt nedîtine. Em dixwazin ku xêrxwaz bi wekalet qurbanên xwe bidin me. Bi vî wesîlê dê em goştan ji malbatên mexdûr re ragihînin.”

Furkan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelek malbatên mexdûr dixwazin ku ji banqeya me ya xurekê alîkarî bistînin. Ji bo ku em niyaziyên malbatan temîn bikin divê ku xêrxwaz piştgiriya me bikin. Em temenî dikin ku Xweda alîkariyên dê were kirin qebûl bike.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir