Traktora karkarên zireatê qeza kir: Miriyek, 25 birîndar
Li navçeya Birecûka Rihayê qemyonek li wesayîta karkerên fistiqan qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza di derdora seat 18.30an de li ser Rêbeja Riha-Birecûkê pêk hat.Di encama qezaya ku pêk hat de karkerekî bi navê A.D. yê 15 salî jiyana xwe ji dest da û 25 karker jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)