• DOLAR 32.591
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2461.837
  • ...
Gelo haya we ji rewşa nexweşxaneyên li Agiriyê heye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweşên ku ji bo tehlîl, û radyoloyiyê diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê diyar kirin ku ew ji ber dîrokên demdirêj ên rendevuyan mexdûr in. Ji ber vî yekê wan diyar kir divê ku ev mexdûriyet demildest were çareserkirinç

Jinekê pîr a ku bi pirsgirêka rendevuyê di Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê de re rû bir û mabû li ser vî yekê çû necweşxanekî taybet û gelek mesrefên wê çêbû. Pîra 77 sal a bi navê Husna O, diyar kir ku ew bi mehaneya xwe ya teqewîdbûyî jiyana xwe didomîne.

Pîra 77 sal a bi navê Husna O, ragihand ji ber pirsgirêka randevûyê ew çûye nexweşxaneyekê taybet. Dûvre Husna O, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez aboriya xwe bi mehaneya xwe ya teqewîdbûyî temîn dikim. Ji ber nexweşiya xwe ez mecbûr mam çûm nexweşxaneyekê taybet. Li vir ji ber her miemeleyê pere ji min sitandin. Ji xeynî pereyê ku ji meaşê min 13 TL hat birîn, 25 lîre ji bo tehlîlan û 10 lîre jî ji bo filîmê pere ji min sitandin.”

Xaltiya Husna bang li rêvebiran kir û diyar kir ku rewşa wê ya aborî baş nîne. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelo haya we ji însançn wekê me yên ku aboriya wan ne baş in heye? Haya we ji rewşa nexweşxaneyên li Agiriyê heye?”

Xaltiya Husna serpêhatiyên xwe ji bo ku bi heman şiklê tu kes mexdûr nebe anî ziman û diyar kir ku rêvebir ji vî yekê re çareseriyekî bibînin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir