• DOLAR 32.483
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2439.675
  • ...
Li Nisêbînê xebatên rakirina enqazan didome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve ya ku ji 14ê Adarê pê ve hatibû îlankirin didome. Di taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî Çatalozu, Îpek Yolu û Barişê yên ku ji 25ê Tîrmehê pê ve qedexeya derketina derve qismen hatibû rakirin jiyan hêdî hêdî ber başbûnê ve dikçe.

Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenişehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku bi têlan hatine dûrpêçkirin avahiyên hawîrdor ji bilî ve xisarê dîtine. Di taxên ku qedexe didome de makîneyên îş avahiyan yek û yek xira dikin û enqazên texrîbatê barê qamyonan dikin da ku werin avêtin.

Xebatên tespîtê yên xisarê

Serîlêdana Lijneya Tespîta Zirar û Xisarê ya ku ji teref Qeymeqamtiya Nisêbînê ve hatiye sazkirin jî didome. Gor agahiyên hatine bidestxistin heta niha 35 hezar kes serî li Lijneya Tespîta Zirar û Xisarê dane.

Karûbarên lêgerînê

Di Taxa Kişlayê ya ku qedexe didome de ji teref polêsan ve lêgerîn tê kirin. Teqemeniyên ku ji teref pisporên bombeyê ve tên teqandin bi şiklekî kontrolî tên îmhakirin. Geh geh li navçeyê teqînên tûndî pêk tên.

Karûbarên sazkirina rêyan

Her wiha li navçeyê karûbarên sazkirina rêyan ji teref Midûrtiya Giştî ya Rêbejan ve didome. Ji teref biryara ku qeymeqamtî daye ve kevirên parkeyan yek û yek tên rakirin û rê ji nû ve tên asfaltkitin.

 “Xweda heqê me nehêle”

Abdullah Candanê  nişteciyê navçeyê diyar kir ku beriya şerên hawîrdor xwedî mal bûye. Dûvre ji ber şer ew jî bûye kirêdar. Candan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala min di Bulwara Şîrînê de bû. 3-4 daîreyên min hebûn. hemî bûn kavil. Niha jî em kirêdar in. Em pir mexdûr in. Em him ji mal û him jî ji karê xwe bûn. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Em xwedî mal bûn. Dûvre bûn kirêdar. Em dewlemend bûn dûvre bûn feqîr. Rewşa me baş bû. Em bûn mihacir. Em di welatê xwe de bûn biyanî.”

Qedexe di 14ê Adarê de hatibû îlankirin

Li navçeyê qedexe di 14ê Adarê de hatibû îlankirin. Dûvre di taxên Yenî Turan, Yeşîl Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî Çatalozu, Îpek Yolu û Barişê yên ku ji 25ê Tîrmehê pê ve qedexeya derketina derve qismen hatibû rakirin. Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenişehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê qedexe didome. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir