Tankera avê li wesayîtê qelibî: Birîndarek
Ji ber ku tankera avê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li wesayîtekê qelibî kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 22.30an de li ser Kolana Doktor Sitki Gorala Huzurevleriyê pêk hat.Di encama qezayê de ajokarê wesayîtê birîndar bû.
Li gor îddîayan piştî qezaya ku pêk hat re ajokarê tankera avê ji cihê bûyerê reviyaye.
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)