• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Di derheqê hinek personelên DEDAŞê de îddîayeke nû derket holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hinek wezîfedarên DEDAŞê yên ku li Diyarbekirê dixebitin hat îddîakirin ji bo zêdetir prîmê bistînin ji hemwelatiyên ku ceyrana qeçax bikarneanîne re weke ku bikaranîne ceza birîne û her wiha qebloyan bi sayacên ceyranê ve girêdane û wek qeçax dane nîşandane û ew bi xwe fotografa vê yekê girtine.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin DEDAŞ ji xebatkarên xwe yên ku herî zêde kesên ku qeçaxê bikartînin tespît bikin re wek xelat zêr diyarî dike ku ev yek jî bû sedema hinek bêhiqûqîyan.

Hat ragihandin kesên bi navê C.Ş. û M.Y. yên ku koda wan a xebatê 100353 û 100642 e qebloyên ku ew bi xwe hazir kirine bi sayacên hemwelatîyan ve girêdan û fotografa vê yekê girtin û vê yekê jî wek bikaranîna ceyrana qeçax nîşan dan.Her wiha hat destîşankirin ev kes her meh dibin kesên yekemîn û zêra komarê wek xelat werdigrin.

Mihemed Salih Kalkanê ku ji mexdûrên DEDAŞê ye destnîşan kir bi wan dîmenên bi formalîte ceza jê re hat dayîn û wî dane mehkemê.Kalkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku min ewil ceyrana qeçax bi kar anî, hat tespîtkirin û ceza ji min re hat birîn.Min cezaya xwe da, lê belê pişt re ceza ser hev hatin.Digel ku min ceyrana qeçax bi kar nedianî û dîmen di destê wan de nîn bû dîsa ceza ji min re birîn.Êdî ji ber cezayan çûn û hatin destpêkirin û di encamê de mehkemê 5 sal cezaya bi şert da min.”

 “Mifta panoyê tenê bi personelê DEDAŞê re heye”

Kalkan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir digel ku wî ceyrana qeçax bikarneaniye jê re cara duyemîn ceza hatiye birîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vêcar dîmenên formalite girtin.Di van dîmenan de hatiye nîşandan weke ku qeçax heye.Mifta panoya ceyranê ya avahîya me tenê bi wezîfedarê DEDAŞê re heye.Digel vê yekê cezaya ceyrana qeçax ji min re birîn.Min vê neheqiyê ji wezîfedarên DEDAŞê re anî ziman û min ji wan re got ku ez ê we bidim mehkemê.Ew kes ji min re gotin  ‘Cihê ku dilê te dixwziyê biçe, ger ku ceza hatibe nivîsandin dê tu bidî.’Ez ji bo ku cardin mexdûriyetên mîna vê pêk neyên bang li kesên rayedar dikim.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir