• DOLAR 32.451
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2440.144
  • ...
Malbatên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin ji rayedaran re name şandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mahqûmên xwediyê nasnameya Îslamî yên ku bi zilmên FETO hatine girtin ji rayedarên hikûmet û dewletê re name nivîsandin û mexdûriyetên xwe anîn ziman.Malbat destnîşan kirin naskirîyên wan bi kumpasan ev bû 25 sal ku di girtîgehê de ne û wiha gotin ‘Em ne efûyê, darizandina ji nû ve teleb dikin.’

Naskirîyên kesên bi navê Veysi Ulsen, Enver Kaplan, Zulkuf Yuce, Hasan Tîlkî, Îlhan Kuş, Kemal Hakseven û Ekrem Derdiyokê ku xwediyê nasnameya Îslamî ne  û bi kumpasên FETO hatine girtin, ji bo nameyên ku ji Serokomartî, Serokwezîrtî, Serokatiya TBMMê,Wezareta Edaletê,Komîsyona Edaletê ya TBMMê û ji Komîsyona Vekolîna Mafên Însanan a TBMMê nivîsandabûn bire bikin li ber Postaxaneya Navendê ya Edenê hatin bal hev.Ji vê fealiyeta malbatên mehqûman re Serokatiya Bajêra Edenê yê HUDA PARê, Serokatiya Bajêra Edenê yê Saadetê û her wiha gelek STK piştgirî û destekê dan.

Li ber devê postxanê  daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê malbatan ji teref Nurgul Ulsena pîreka Veysî Ulsenî ve hat xwendin.Ulsen di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ne efûyê, darizandina ji nû ve dixwazin.

“Her tim çavên zarokên me li bavên xwe gerîyan”

Ulsen di berdewama daxuyaniya ku da de destnîşan kir her tim çavên zarokên wan li bavên xwe gerîyane û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em xanim, zarok û birayên  wan kesên ku ev bû çendîn sal di girtîgehan de nin.Me êş  elemên xwe û hêstirên çavên xwe her tim avête dilê xwe.Dema ku me kir zarokên xwe radizand, me dît ku çavên zarokên me li bavên xwe digerin.Em xanim, zarok û birayên wan Yûsufiyan in.”

Ulsen di berdewama daxuyaniyê de di derheqê mexdûriyetên ku li wan hatine jiyandin de wiha axivî: “ Hikûmet mexdûrên FETO naxwaze bibîne ku ev yek jî sosret û seyr e.Lewra kumpasên FETO eşkere ne û di holê de ne.Em ji bo Yûsufiyan ne efûyê darizandina ji nû ve dixwazin.Em dixwazin bi bîr bînin; kesên ku vê zilmê kirine çawa ku duçarî zilletê bûne, bi heman awayî ew kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin jî dê duçarî zilletê bibin.”(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir