• DOLAR 32.284
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2445.854
  • ...
17 sal e ku ji bavê xwe dûr dijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên mehkûmên dîndar ên ku dûçarê zulma FETO/PDY bûne û çendîn sal e ku ji teref saziyê ve  hatine mexdûrkirin diyar kirin ku ew çendîn sal e ji bavê xwe dûr dijîn. Ji ber vî yekê wan xwestin ku ji nû ve rêya darizandinê ji bo bav û xizmên wan vebe.

Zarokên mehkûmên dîndar ên ku dûçarê zulma FETO/PDY bûne û çendîn sal e ku ji teref saziyê ve  hatine mexdûrkirin ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan diyar kirin ku ew dixwazin bila ji nû ve rêya darizandinê ji bo bav û xizmên wan vebe.
 

Semanûr Boldaga qîza Turan Boldagê girtî diyar kir ku ew 17 sal e ji bavê xwe dûr dijî. Dûvre Boldag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min 17 sal e ku di girtîgehê de ye. Dema ku ez 1 salî bûme ew têketiye girtîgehê. Min tevahiya jiyana xwe ji wî dûr derbas kir. Di rojên min ên bextewar û xemgîn de bavê min cem min nebû. Dema ku zarokên kesên di bergeha Ergenekonê de dihatin darizandin qarne distandin medya diçû malên wan û digot; ‘vana dîsa bê bavên xwe qarne sitandin. Bê bavên xwe îdê dijîn.’ Lê tu kesî me nedît. Wekê qey em zarok nebûn, hestên me tunebû û me bavên xwe nedixwestin.”

“Em bes darizandinekî nû dixwazin”

Boldag diyar kir ku ew hêvîdar nînin ku wan efû bikin. Dûvre Boldag wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hakim û dozgerên ku bavê min avêtine hepsê niha girtîne. Em bes darizandinekî nû dixwazin. Em hêvîdar nînin ku wan efû bikin.”
 

“Min û mêrê min bi hev re mexdûr kirin”

Zuleyha Boldaga jina Turan Boldagî wiha axivî: “Sûcê mêrê min bes ew bû ku dersê Qur’anê dida û xizmeta xebatên Îslamî dikir. Em pir mexdûr bûn. Min û mêrê min bi hev re mexdûr kirin. Mêrê min her tim sirgûnê bajarên din dikirin. Armanca wan ew bû ku me mexdûr bikin.”

Hanîfe Balkaya dayîka Îsmaîl Balkayî yê ku 17 sal e di girtîgehê de ye diyar kir sirf ji ber ku lawê wê dersê Qur’anê daye hatiye girtin. Dema ku ew çûne dîtina zarokên xwe yên di girtîhgehê de wan gelek zehmetî kişandine.

Pîroze Yorguna dayîka Cemal Yorgunî destnîşan kir ku lawê wê ji ber xebatên Îslamî çendîn sal e ku avêtine girtîgeh û zindanan. Dûvre wiha axivî: “Lawê min ji bo Îslamê çendîn sal e ku di zindanan de ye. Bavê lawê min mexdûr, lal û astengdar e. Ez jî pîr û tenê me. Di rêyan de ji xwe diçim.”

Her wiha mexdûrên din ên wekê Cahîde Gultepeya jina Mikaîl Gultepe yê ku 17 sal e ku girtîye, Makbûle Taşa dayîka Yakup Taşê ku 17 sal e ku girtîye, Aysel Ucaka jina Nevzat Ucakî girtî û qîza wî di derbarê heman mijarê de axivîn. Wan diyar kirin ku ew efû ne darizandineke nû dixwazin ku mexdûriyeta wan were çareserkirin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir