• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Dema ku biryara tehliyeya wî hat veşartin 2 sal zêde di girtîgehê de ma
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûriyetekî nû ya ku ji teref FETO/PDYyê ve wek biryar hatibû dayîn derket holê. Hat ragihandin ku Sebîh Severê cezaxwarê Hîzbullah e di sala 2014an de ji teref Daîreya Ceyaya 9 emîn a Dadgeha Bilind ve di derheqê wî de biryara tehliyeyê daye. Lê di gel vî yekê Sever 2 sal di girtîgehê de maye.

Di bergeha lêpirsîna ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ya FETO/PDYyê hat destpêkirin de bi hezaran leşker, polês û siwîl ji wezîfê hatin dûrxistin. Mexdûriyeta herî balkêş a ku ji teref FETO ve pêk hatiye yê Sebîh Sever e.

Sebîh Severê ku doh bişev ji Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî a Tîpa Tyê ya Siwêregê hat tehliyekirin. Sever diyar kir ku ew 2 sal di gel biryara tehliyeya wî belesebeb di girtîgehê de wek girtî maye.

Severê ku 10 sal di girtîgehê de ma destnîşan kir digel neheqiya ku lê hatiye kirin wî nekariye dengê xwe ji tu derê re ragihîne û wî diyar kir ku FETOya ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê fêl û fendê wî derketiye holê wek zanîn wî mexdûr kiriye.

 “Ez 2 sal wek kêfî di girtîgehê de mam”

Sever bal kişand dema ku wî girtine ew ji 18 salê biçûktir bûye. Dûvre Sever wiha pêde çû: “Ez ji teref Mehkemeya Cezaya Giran a 4 emîn a Diyarbekirê ve hatim cezakirin. Hakim û dozgerên ku ceza dane min piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê wan wek girtî avêtin hepsê. Min jî ji nû ve ji bo ku mexdûriyeta min were çareserkirin ji nû ve rewşa xwe anî ziman. Hemd ji Xweda re li ser mexdûriyeta min sekinîn û biryara tehliyeya min hat dayîn. Dûvre min bihîst ku di dîroka 2014yan de ji teref Daîreya Cezaya Giran a 9 emîn a Dadgeha Bilind ve ji ber ku ez wek cezaxwar zarok bûme biryara nedarizandinê di derheqêmin de hatiye dayîn. Lê dîsa 2 sal wek kêfî di girtîgehê de mame. Ji bo ku mexdûriyeta di derheqê vî yekê de were çareserkirin dê ez serî li darazê bidim.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir