Teqemeniya ku li ser Rêya Hevrişîmê hatibû bicîkirin hat îmhakirin
Teqemeniya ku berî niha li ser Rêya Hevrîşîmê ji teref PKKyiyan ve hatibû bicîkirin, bi kontrol hat îmhakirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin teqemenîya ku ji teref PKKyiyan ve li nêzî gundê Denktaşê li ser Rêya Hevrîşîmê hatibû bicîkirin bi kontrol hat îmhakirin.Di dema îmhakirina teqemeniyê de rê ji her du aliyan ve ji trafîkê re hat girtin.Di encama îmhakirina teqînê de di rê de çal pêk hatin.
Hat ragihandin piştî vekolînên ku li cihê teqînê bên kirin re dê rê ji trafîkê re bê vekirin.
Her weke ku dê bê bîran, berî vê çêndakî PKKyiyan dîsa li heman cihî teqemenî bi cî kiribûn û di dema derbasbûna wesayîta eskeran de teqemeniyê teqandibûn.Di encama teqînê de 2 esker jiyana xwe ji dest dabûn û 3 esker jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)