Li Kanîreşê gundparêzek jiyana xwe ji dest da
Di pevçûna ku li navçeya Kanîreşa Çewlîgê derket de gundparêzek jiyana xwe ji dest da û gundparêzek jî birîndar bû.
Di operasyona ku li çoltera gundê Haciyana Kanîreşê li dijî PKKê hat kirin de pevçûn derket.Di encama pevçûna ku derket de gundparêzê bi navê Îdrîs Demîr jiyana xwe ji dest da û gundparêzê bi navê Tarik Aydemîr jî birîndar bû.
Gundparêzê ku birîndar bûbû rakirin nexweşxanê û li heremê operasyon berdewam dike.(ÎLKHA)