Arîkarê Serokê Şaredariya Oguzeliyê ji peywirê hat dûrxistin
Di bergeha lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hatibû vekirin de Arîkarê Serokê Şaredariya Oguzeliyê yê MHPyî û du karmendên şaredariyê ji peywirê hatin dûrxistin.
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de hatibû vekirin de Arîkarê Serokê Şaredariya Oguzeliyê Abdulqadîr Yucebagê MHPyî û du karmendên şaredariyê yên bi navê Muzafer Konal û Dede Farûq Demîr ji peywirê hatin dûrxistin.
Hat hînbûn Şaredariya Oguzeliya ku berî niha di destê AK Partiyê de bû di hilbijartinên 2014an de derbasî destê MHPê bûye.(ÎLKHA)